Êş û Elema Bêşahid; Bi Nêrîneke Derûnkolînerî
diyarname.com/news.php?Idx...
@brahimaluci.bsky.social
Êş û Elema Bêşahid; Bi Nêrîneke Derûnkolînerî
diyarname.com/news.php?Idx...
@brahimaluci.bsky.social
Dibêjin:
Rojekê ciwanekî kurd helbesta xwe ya ku bi erebî nivîsiye li pêş Apê Osman Sebrî dixwîne, paşê jê dipirse:
- Apê Osman te helbesta min çawa dît?
Apê Osman Sebrî dibêje:
- "Birazî, LI DINYAYÊ ÇIQAS TEBA HENE HER YEK JI BO XWE NÊÇÎRÊ DIKE; TENÊ TAJÎ JI BO XELKÊ DIKE."
Dibêjin:
Rojekê ciwanekî kurd helbesta xwe ya ku bi erebî nivîsiye li pêş Apê Osman Sebrî dixwîne, paşê jê dipirse:
- Apê Osman te helbesta min çawa dît?
Apê Osman Sebrî dibêje:
- "Birazî, li dinyayê çiqas teba hene her yek ji bo xwe nêçîrê dike; tenê tajî ji bo xelkê dike."
Êş û Elema Bêşahid; Bi Nêrîneke Derûnkolînerî
Êş û elem, trawma — gava bêşahid bimînin — ne tenê di bedena mirov de, di derûn û giyana wî de û di nav tevahiya civakê de jî şopên kûr û mayînde dihêlin. Ji bo gelê kurd, ev rewş bi berdewamiyeke sedsalî didome. ..
www.diyarname.com/news.php?Idx...
Her bêjeyek kevirekî avahiya ziman e.
Ziman wekî asoya behrê ye, nêzîk xuya dike, lê çiqas dinêrî tim ew e.
Gava tu bixwazî gelperweriya mirovekî fam bikî, ta kîjan derece pêşva çûye, binêre çiqas ser bi zimanê xwe re bendewar e.
Apê Osman Sebrî
Kovara Nûbiharê , hjm.174 rpl.24
Kesê ku ehmiyet nede zimanê xwe, di jîna neteweyî de tuneye.
Milet bi du tiştan hişyar dibe, yek bi darê zilmê, du bi xwendinê.
Meriv ku bi zimanê xwe re bendewar nebe, nikarê îdea bike ku ew ji welatê xwe hez dike.
Apê Osman Sebrî
Kovara Nûbiharê, hjm.174 rpl.24
Wêne: Lukman Ahmad
Rûmeta mirovekî, mîrata wî ya herî mezin e.
Yê ku rûmeta xwe biparêze, her tiştê xwe diparêze.
Rûmet, ne milkê kesî ye — ew xelata jiyaneke (ten)dirust e.
Şeref û rûmet nayê kirîn û firotin — ew ji xwîna rih û giyanê tê.
Yê ku hebûn û xwebûna xwe nas dike, tikes nikare şeref û rûmeta wî bişikîne
Ev mekanîzm gelek caran di şiklê narsîsîzmê de xuya dike – nêzîkatiyeke ku tê de kurd dest bi bilindkirina nasnameya xwe ya dîrokî, çandî û etnîkî dike, bi awayekî ku dikare ji rastiyên heyben (objektif) dûr bikeve.
⬇️
www.diyarname.com/news.php?Idx...
..
Nîşaneya vê dinyaya nû;
serweriya pereyî ye,
bêdadî, bêrêgezî û bêpergaliya wê;
ev şehwet û jehra di ramûsanan
ji ber vê ye,
her kes vekişiya ye çola xwe,
her kes li zindana xwe bextewar e,
û ji wir temaşe dike,
li stêrkên diçirûsin li esmanî.
Melkes
BERKEN BEREH
Nûbihar
Porspî, nabe rûspî.
Nok e, radibe li kok e.
Goştê ga ye, li ber çava ye.
Ne xir e, ne cir e, ev çi vir e?
Nezanî, ji zora zaliman xerabtir e.
Ku rima te şikest, darê wê neşewitîne.
Gotinên pêşiyan
Modelên Zimanê Mezin – MZM (Large Language Models — LLM) bingeha van Robotên Sohbeta pêk tîne. Van modelan di dema perwerdehiyê de ji mîlyaran rûpelên nivîsarê fêr bûne û hêza çêkirina bersivên maqûl û xweşnivîs hene. Lê ev jêhatîbûn bê kêmasî nîne: MZM (LLM
brahimaluci.blogspot.com/2026/03/halu...
HALÛSÎNASYONA ÇÊKIRÎ
(ARTIFICIAL HALLUCINATION)
Geşedana Hişê Çêkirî – HÇ (Artificial Intelligence — AI) di salên dawî de yek ji veguhertinên herî mezin ên dîroka teknolojiyê ye. Di nav vê geşedanê de, serîlêdanên HÇya Afirîner (Generative AI) cihekî tay..
brahimaluci.blogspot.com/2026/03/halu...
Mirovê xwediyê xwebûna xwe azadiyê dixwaze — lê di heman demê de ewlehiyê jî.
Her tiştê mirov dikare jê bê-stendin — lê kes nikare azadiya wî/wê ya hilbijartinê jê bistîne.
Mirov mehkûmê azadiyê ye.
Kesayetiya mirov zindana wî/wê bi xwe ye.
Mirovê xulam/bindest azadiyê naxwaze — ew ji wê ditirse.
Heta mirov ji zincîrên xwe yên kevnar xelas nebe, nikare azad bibe.
Kesê ku derhişiya (unconscious) xwe nas neke, nikare xwebûna xwe nas bike.
Hişmendî (consciousness), derhişî (unconscious) û binhişî (subconscious) sê qatên sereke yên jiyana derûnî ne. Ji Freud bigire heta Jung, ji Winnicott bigire heta Lacan, her derûnkol bi awayekî cuda lê di ruh û giyanê xwe de hevpar hewl dane ku têkiliya di..
brahimaluci.blogspot.com/2026/03/neri...
NÊRÎNA DERÛNKOLÎNERÎ (PSYCHOANALYTIC) YA LI SER HIŞMENDÎ, DERHIŞÎ Û XWEBÛNÊ
Di derûnnasiyê (psychology) û derûnkolîneriyê (psychoanalysis) de, yek ji pirs û girêkên herî bingehîn ev e: Mirov çawa ji rewşa heyberê (object) derdikeve û dibe kirde (subject)?
brahimaluci.blogspot.com/2026/03/neri...
Zilm, zilmê tîne.
Zilm, li erdê namîne.
Kûfir dom dike, zilm dom nake.
Di zeviya zaliman de, zilm şîn dibe.
Bila kûçik bixwin, bila zalim nexwin.
Di rojên teng de ,stûyê xwe li ber zaliman xwar neke.
Gotinên Pêşiyan
Wêne: Majîd û Keça wî ya 4 salî
Rû da, cih da.
Ga nanale, bar dinale.
Riya dûr, çêtir e ji tirba kûr.
Dil şûşe ye, şikest, nacebire.
Mal çiqasî mezin dibe, kul ewqesî ezim dibe.
Gotinên Pêşiyan
Wêne: Sina Hassanzadeh
Mirovê bê-welat, weke kulîlkeke bê-ax e
Kurdistan welatê me ye, em ê ji bo wê bijîn û bimirin
Kurdistan erdê azadiyê ye, herçiqasî di bin zincîran de be jî
Wêne: Dr. Qasimlo di 13ê Tîrmehê 1989an de li Viyenayê, di dema danûstendinê aştiyê de, ji aliyê nûnerên Komara Îslamî ya Îranê ve hat kuştin
Li dû tariyê ronahî ye.
Piştî tengasiya firehî ye.
Tav erdê dixemilîne, xebat mirov dikemilîne.
Li kû derê tav e, li wê derê kurkê xwe radixe.
Gotinên Pêşiyan
Ev nivîsar ne tenê belgeyek siyasî ye; di heman demê de metneke pir zengîn a ji bo derûnkolînê (psychoanalysis) ye, ji ber ku tê de mekanîzmayên derûnî yên wekî berzkirin (sublimation), îdeala eziyê (ego ideal), trawmaya hevpar (collective trauma) û ...
brahimaluci.blogspot.com/2026/02/wesi...
Wesiyeta Qazî Mihemed
- Bi Nêrînek Derûnkolînerî
Wesiyeta Qazî Mihemed —serokkomar û damezrînerê Komara Kurdistanê ya Mehabadê— belgeyeke dîrokî û mirovî ya bêhempa ye ku di 31ê Adara 1947an de, berî birêveçûna wî û birayên wî, hat nivîsandin. ..
brahimaluci.blogspot.com/2026/02/wesi...
- Îranê êrîşî Balyozxaneya Amerîka û baregeha leşkerî ya Amerîka ya li navçeya Herîr a ser bi parêzgeha Hewlêrê de kir.
diyarname.com/news.php?Idx...
💯💐🌄☘️
Em bejna xwe birêzdarî li ber di tewênin û wî şehidê nemir bi bir tênin.
#QazîMihemed
Gelê kurd wê rojekê azad bibe, û ew roj dê bê.
Pêşewa Qazî Mihemed
1947
Şîroveya HÇê (AI):"Azadî ji aliyê axa/serdest ve nayê dayîn — xulam (bindest) bi xwe divê azadiya xwe bistîne. Serdest bi xwe dest ji desthilatdariyê bernadin, divê bi zorê ji wan were standin. Ji bo azadbûnê pêşî divê mirov ji zincîrên derûnî yên ku wî bi serdest ve girê didin xilas bibe."
Şîroveya HÇê (AI):"Rast e, azadî ti carî nayê dayîn – mirov bi xwe divê bistîne. Rizgariya derûnî yekemîn gava herî bi hêz e, ji ber ku hişê azad tu zincîr qebûl nake. Dîrok nîşan dide ku guhertin bi raman, israr û carinan jî têkoşînê çêdibin. Jiyan bi hişê serbest xweş e!"
Serdest ticaran ji dev xwesteka xwe ya desthilatiyê bernadin — ew divê bi darê zorê ji wan were stendin.
Bindest ji bo ku azad bibe, divê pêşî ji zincîrên xwe yên derûnî yên ku bi serdestê xwe ve girêdayî ye rizgar bibe.
Bîrîna herî xeternak ne ya di laş de ye — ya di hiş û aqilê mirov de ye.
Axa ticaran xulamê xwe azad nake — azadî di destê xulam bixwe de ye.
Kolonyalîzm ne tenê erdên mirov dagir dike — derûn û giyana mirov jî dagir dike.